Serrûpel Nûçe Tenê paşnav weke hev e!

Tenê paşnav weke hev e!

Belav bike


Hindek kanalên medya tirkî  nûçeya girtina kesekî bi navê Metîn Barzanî li Tirkiyeyê weşandiye û di nûçeyê de hatiye gotin ku, navbirî biraziyê birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Em, ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji raya giştî û mediya Tirkiyeyê re zelal dikin ku, ew nûçeye ji rastiyê dûr e û ew kesê hatiye girtin tu têkelî bi birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve nîne. Bi tenê wekheviyek di navan de heye.

Careke din em daxwazê ji hindek kanalên mediyayê dikin ku, bi awayekî prefesyonal nûçe û zaniyariyên rast û dirust bigehînin hevwelatiyan û hedefa wan bi tenê neqilkirina nûçeyan ji çavkaniyên nerast nebe.


Ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê