Ji Kongreya Amerîkayê bona Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nameyek hatiye şandin. 89 endamên kongreyê, ji Erdogan xwestine ku, bila gotinên xwe yên di derbarê sîyonîzmê de şûnda bigre.
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di 28ê Reşema 2013 an de, li Viyana beşdarî Foruma Îtifaka Şaritaniyan bûbû. Erdogan di forumê de axaftinek kiribû û li wira di axaftina xwe de anîbû ziman ku, pêwiste sîyonîzm li dijî mirovahiyê wek sûc were qebûl kirin.
Ev daxuyaniya Erdogan, li Amerîkayê bûbû sedema nerehetiyeke navbera herdu dewletan. Îsraîliyên Amerîkî, li hemberî ev daxuyaniya Erdogan, nerazîbûnên xwe anîbûn ziman.
Nameya ku ji Erdogan re hatiye şandin, ji aliyê 23 Senator û 66 Endamê Meclîsa Temsîldaran ve hatiye îmze kirin.

AVESTA KURD