Serrûpel Nûçe BDP Erdogan û Gul daweta newroza Amedê kirin

BDP Erdogan û Gul daweta newroza Amedê kirin

Belav bike

Piştî jesta PKKê a ku 8 dîlên di destê xwe de bêşert serbest berdan, jestek jî ji BDPê hat. BDPê, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomar Abdullah Gul, bi dawetiyeke taybet vexwendine newroza Amedê a ku di 21ê Adarê wê were lidarxistin.
BDP, ji bo çalakiya newroza Amedê, nêzika 2 hezar kesên wek dîplomatên navneteweyî, balyoz, parlementer, serokên partî û rêxistinan daweta newroza Amedê kirine.
Di serî lîsteya kesên ku hatine dawetkirin de, wek her carê, Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî û Serokomarê Iraqê Celal Talabanî hene. Tê gotin ku ji Kurdistana Federel şandeyeke beşdarî newroza Amedê bibe.

AVESTA KURD