Serrûpel Nûçe Dîl bi vê rapora tenduristiyê hatine berdan

Dîl bi vê rapora tenduristiyê hatine berdan

Belav bike

PKKê 8 dîlên di destê xwe de yên ku ji qeymeqam, polîs û 6 leşkeran pêk dihatin, bi girteya radestkirinê a ku bi Kurdî hatiye amadekirin, radesta şandeya ku ji 2 parlementerên BDPê û nûnerên saziyên sivîl pêk dihatin kirine.
Berî ku dîl radesta şandeyê nekirine, ji Nexweşxana Biryargeha HPGê, ji bo dîlan rapora tenduristiyê hatiye derxistin.
Di bin rapora tenduristiyê de îmzeya Dr.Mazlum Dersîm heye. Di rapora tenduristiyê de tê diyarkirin ku, muayeneya tenduristiyê a dîlan hatiye kirin û di encama kontrolan de hatiye dîtin ku tenduristiya wan baş e û ji bo seyahatê ti zirar tine.
Di girteya radestkirinê a ku bi Kurdî hatiye amadekirin de jî, navên 8 dîlan hatine nivîsandin û di bin girteyê de li ser navê HPGê îmzeya Bawer Dersîm û 2 alîkarên wî hene.
Dîsa di girteyê de nav û îmzeyên ku di şandeyê de cih girtine; Parlementerên BDPê Husamettîn Zenderlioglu û Adîl Kurt, Serokê MazlumDerê Ahmed Faruk Unsal, Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (KMM) Ozturk Turkdogan, Serokê Şaxa Amedê yê KMMê Racî Bîlîcî hene.

AVESTA KURD