Serrûpel Nûçe Salih Mislim nikare were Kurdistanê

Salih Mislim nikare were Kurdistanê

Belav bike
Jêdereke ku nexwest nav were eşkerekirin, ji malpera AvestaKurd re ragihand ku Hewlêr ji serokê PYD Salih Mislim pir ne razî ye.

Bi taybet piştî ku Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de ji bo rojnameya Libnanî gotibû ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest bi piştgiriya Tirkiyê dest deyne ser rojavayê Kurdistanê lê belê nikaribû bi serkeve. Her wiha  helwesta Barzanî li rojavayê Kurdistanê rexne kiribû.

Piştî ku nerazîbûneke berfereh ji aliyê Kurdan ve li hember wê hevpeyvînê hate destnîşan kirin, Mislin bi riya internet û di heman rojnameyê de lêborîna xwe xwest, lê belê lêborîna wî germ nehate pêşwazîkriin.

Ji dema belavkirina wê hevpeyvînê de Salim Mislim ku demekê li Hewlêrê baş dihate pêşwazîkirin, nehatiye Hewlêrê.

Mislim jî pê hesiya ku wî bi wê hevpeyvîna xwe şaşiyeke mezin kir, ji ber ku li gora çavdêrên siyasî dibêjin, rola Barzanî di yekirina hêzên kurdî de li rojavayê Kurdistanê û standina helwesteke kurdewarî li hemberî şerê navxweyî yê Kurd, gelekî mezin e.

Li aliyê din serdana Salih Mislim ji bo Bexdayê û hevdîtina wî ligel Malikî, bi taybetî di demekê de ku Malikî başûrê Kurdistanê bi dagîrkirinê tehdîd dikir, bêhtir hîşt ku seroktiya herêma Kurdistanê sar nêzîkî wî bibe û weke berê pêşwaziya wî neke.

AVESTA KURD