Serrûpel Nûçe Konferansa “Çapemeniya Kurd a Osmanî“

Konferansa “Çapemeniya Kurd a Osmanî“

Belav bike

Tam sed sal berê, di heyama dawî a Osmanî de, kovara bi navê Rojî Kurd dest bi weşana xwe kir. Rojî Kurd di dîroka çapemeniya Kurd de cihekî xwe yê gran heye.
Bi minasebeta sedsaliya weşana kovara Rojî Kurd, li Zanîngeha Bîlgî konferansek tê lidarxistin. Konferans di 16ê Adara 2013 an de, bi navê “çapemeniya Kurd a Osmanî” wê pêk were. Konferans, ji aliyê Koma Xebatên Kurdolojiyê û Beşa Dîrokê a Zanîngeha Bîlgî ve tê organîzekirin.
Li derveyî Tirkiyê jî akademîsyon û lêkolîner wê beşdarî konferansê bibin.
Konferans, 16ê Adarê roja şemiyê, seet di navbera 09:30 û 17:30 an de, di 3 rûniştinan wê pêk bê.
Di rûniştina yekem de, Serokê Damezrîner yê Beşa Dîrokê a Zanîngeha Stenbolê Prof.Dr.Mete Tuncay wê moderatoriyê bike. Di vê rûniştinê de Prof.Dr.Hamît Bozarslan (EHESS, Frensa), Doç.Dr. Bulend Bilmez (Zanîngeha Bîlgî), lêkolîner M.Malmîsanij û ji Herêma Kurdistana Federel lêkolîner  Abdulla M.Zangana wê teblîxên xwe pêşkêş bikin.
Rûniştina duyem a piştî nîvro, bi moderatoriya ji Koma Xebatên Kurdolojiyê Serhat Bozkurt wê bê kirin. Di vê rûniştinê de Tahîr Baykuşak (Koma Xebatên Kurdolojiyê) wê teblîxa xwe a di mijara kovara Rojî Kurd de (dîroka weşanê, nivîskar û zimanê kovarê) pêşkêş bike.
Di rûniştina dawiyê de, moderator Yener Koç (Koma Xebatên Kurdolojiyê) e. Di vê rûniştinê de Ronayî Onen (Zanangeha Bîlgî), lêkolîner Namik Kemal Dinç û Gulseren Duman, ji Koma Xebatên Kurdolojiyê Ayhan Işik wê teblîxên xwe pêşkêş bikin. 
      
AVESTA KURD