Li Amedê, li semta Daxkapi a navçeya Surê, doh danê êvarê, nêzika seeteke ku dike mesaiya xebatkaran biqede, mirovek kete bankayeke taybet û çû cem peywirdarê gîşeyê.
Çeka li ber xwe kişand û ji peywirdarê gîşeyê xwest ku hemû pereyan bide wî. Peywirdar bi tirs dest bi pere komkirinê kir û di heman demê de pêla butona panîkê jî kir û bi vê hawar xwest.
Şêlanker, pereyên ku qasî 20 hezar lîreyî hebûn girtin û bi rev ji bankayê derket û şop li ser xwe zelal kir.
Piştî şêlandina bankayê, di demeke kin de polîs hatine bankayê û çar aliyê bankayê dorpêç kirin. Polîsan li kolan û derdorê xebatên bidestxistina şêlanker heta demekê domandine lê ti kes nehatiye bidestxistin.
AVESTA KURD