Serrûpel Nûçe Li Efrînê xortek ji aliyê hêzên YPG ve hat kuştin

Li Efrînê xortek ji aliyê hêzên YPG ve hat kuştin

Belav bike

Li gor zanariyên ketine destê Rûdawê, îro YPG’ê li gundê Çeqilme yê girêdayî nahyeya Raco ya girêdayî Efrînê avêtin ser mala endamên El-Partî. Di serdegirtina malan de, endamên El-Partî yên bi navê Dr. Loqman Cemaledîn Seydo û Barzan Cemaledîn Seydo hatin girtin. Di serdegirtinê de ciwanê bi navê Şêrwan Reşîd Elî (24) hat kuştin.

Li gor zanyariyan, di dema serdegirtinê de hemû çek û belgeyên hizbî hatine desteserkirin.

Sekreterê El-Partî Ebdulhekîm Beşar derbarê girtin û kuştinên li Efrînê ji Rûdawê re wiha got: “Ev çend rojin PYD dest bi operasyonekî li dijî partiya me kiriye. Îro 3 hevalên me hatin girtin û yek jî hat kuştin. Herku rejîma Esed dikeve tengasiyê, PYD aloziyan dertêxe. PYD aloziyê li rojavayê Kurdistanê çêdike.”

Ebdulhekîm Beşar wiha got: “Emê di paşerojê de hewl bidin xwe biparêzin û tedbîran werbigrin. Ger pêwîst bike, emê bi çekan xwe biparêzin.”

Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Ceifer Henan jî li ser bûyera Efrînê ji Rûdawê re diyar kir ku bûyera han çalakiyeke tehrîkî li dijî partiya wan e û partiyên Azadî û El-Partî jî bi alîgirtiya Tirkiyê tohmetbar kir.

Henan her wiha got ku YPG ne girêdayî PYDê ye ji ber ku girêdayî Desteya Bilind a Kurd (DBK) e.

Rûdaw