Li gellek bajar û bajarokên Kurdistan û Tirkiyê, îro pîrozbahiyên newroza 2013 an hebûn. Li 50 navendî, bi sedhezaran gel, bi cilûbergên xwe yên herêmî herikîne qadên newrozê. Qelebalixa zêdetir li Wan û Stenbolê hatine cem hev.
Newroza Wanê a îsal, li quntara Kela Wanê, li Qada Newrozê a ku îsal cara yekê ye li wira newroz pêk tê, hate pîrozkirin. Her çiqas baraneke bi bandor bariya jî, gel ji qada newrozê venekişiya û hejmara beşdariyan gihaşte sed hezaran.
Di pîrozbahiya Newroza Wanê de Hevsroka KCDê Aysel Tugluk, xîtaba gel kir û bang li gelên Tirkiyê kir ku, bila ew firsenda nereve.
Gellek huermendên navdar jî beşdarî Newroza Wanê bûn. Newroza wanê, bi stranbêja navdar Aynur Doganê destpêkir û bi Sîpan Xelat, Rênas Amed û herî dawî bi Ciwan Haco bi dawî bû.
Newroza Wanê ji aliyê televîzyonên wek, Nûçe TV., Stêrk Tv., Newroz û ÎMC Tv.yê ve wek zindî hate ser ekranan.
Li Stenbolê jî li Qada Kazliçeşmeyê pîrozbahiyeke girse hebû. Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newroza Stenbolê bûn.
Parlementerên BDPê Sirri Sureyya Onder û Sebahat Tuncel, Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş axifîn.
Sirri Sureyya Onder, slavên Ocalan ji gel re parve kir û anî ziman ku têkoşîna bratiya gelan derbasa qonaxeke nû dibe û êdî heyama zilm û zordariyê û kuştin û xwînê bi dawî dibe.
Hevserokê BDPê Demîrtaş jî di axaftina xwe de bank li herkesî kir ku, bila li qada newrozê îradeya aşîtiyê a gel bibînin. Demîrtaş di axaftina xwe de zimanê tund yê partiya nijadperest MHPê û serokê wê rexne kir û got, “gelo ma tu operatorê dozerêyî ku tu dibêjî em ê Qendîl û Îmraliyê ji erdê re bikime yek.”
Li Rihayê, li navçeyên Pirsûs, Hîlwan, Wêranşar û Serêkaniyê jî pîrozbahiyên newrozê hebûn. Hevserokê KCDê Ahmet Turk jî tevlî pîrozbahiya newroza Rihayê bû.
Dîsa li Îzmir, Manîsa, Aydin, Sakarya, Kocaelî, Mugla, Edene û hîn gellek bajar û bajarokan newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
AVESTA KURD