Diyarbakirsporê pereyên heqê rê nikaribû bidestbixîne ku karibe biçe pêşbirka deplasmanê. Di nav çend salan de tîmê fitbolê yê Amedê Diyarbakirspor, ji Lîga Super a Tirkiyê, kete lîga amator. Herî dawî Diyarbakirspor nikaribû biçe pêşbirka deplasmanê a Kocaelisporê û loma jî li gorî qaîdeyên Federasyona Fitbolê ji lîga sêyem kete lîga amator.
Ev cara duyem bû ku Diyarbakirspor nikaribû biçûya pêşbirka deplasmanê. Berê jî neçûbû pêşbirka li Stenbolê a Maltepeyê û ji ber vê 3 puanên wan hatibûn jêbirkirin.
Li gorî qaîdeyên Federasyona Fitbolê, tîmek ku di sezonekê de neçe 2 pêşbirkên li deplasmanê, ji lîgê ku têdaye dikeve lîgeke jêrtir.
Di derbarê Diyarbakirsporê de federasyon wê biryara xwe bide.
AVESTA KURD