Xelatên ku di bin sernavê “ xelata Dimeşq ya raman û afirandinê“ ku nirxê her yekê jê sê hezar dolar in, wê bigihîjin Dr. Selame Keyle li ser berhema wî (Serencamên Totalitarizmê-Sûriye di pêvajoya şoreşê de). Xelata Keyle dê bi navê „Xelata Berhema ramanî“ be.
„Xelata wêjeya rojbuhêriyê“ jî ҫû ji nivîskar Ratib Şa`bo re li ser berhema wî (Salnameya girtiyekî- jînenigariya Sûriyê). Herweha nivîskarê kurd Jan Dost jî ji xelatên kovarê bêpar nebû, ewî jî xelata „Pirtûka Rojhilatî“ li ser berhema xwe ya bi zimanê erebî (bijarteyên ji kurteҫîrokên kurdî yên hemdem) wergirt. Berhema Dost bîst û pênc kurteҫîrokên wergerandî ne, ku ew berhemên gelek nivîskarên kurd li herҫar aliyên Kurdistanê û diasporayê ne. Ҫav li rê ye ku di demeke nêzîk de ew xelat di şahiyekê de werin belavkirin. Hêjayî gotinê ye ku Jan Dost sala 1993an xelata kurteҫîrokê ya Komeleya Ehmedê Xanî, û herweha xelata Helbestê sala 2012 an ji hêla Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ên Sûrî wergirtibûn.