Keştiya transatlantîk a bi navê Tîtanîk, di sala 1912 an de, li 550 kîlometre dûra Newfoundlandê noqîn bûbû. Dema ku Tîtanîk noq dibû, li salona keştiyê, bona ku rêwiyan dûra panîkê bixwînin, çend kemanjenan keman lêdixistin. Kemana ku ji aliyê kemanjen Wallace Hartley ve dihat lêxistin, ji aliyê mala muzayedeyê Henry Aldridge and Son ve tê firotin.
Keman bi muzayedeyê wê were firotin û bihayê kemanê wê bi mîlyonek dolarî destpê bike.
Xwediyê kemana ku niha bi mîlyonek dolarî wê were firotin Wallace Hartley, wî jî wek rêwiyên den, di Tîtanîkê de jiyana xwe wenda kiribû.
Keman, ji teref Mario Robinson ve dema ku Wallance Hartley dergîstî dibe, wek diyariya dergîstiyê diyariya Harley tê kirin. Li ser kemanê wiha hatiye nivîsandin: “Ji Wallance re, ji bo bibîranîna dergîstiya we.”
Li ser noqbûna Tîtanîk, fîlm jî hatibû kişandin û fîlma bi navê Tîtanîk xelata Oscarê jî wergirtibû.
AVESTA KURD