Serrûpel Nûçe Ji bo Sererkanê berê hepsa muebbet tê xwestin

Ji bo Sererkanê berê hepsa muebbet tê xwestin

Belav bike

Di doza Ergenekonê de dozger Mehmet Alî Pekguzel, ji bo Sererkanê berê yê artêşa Tirkiyê Îlker Başbug, cezayê hepsê yê muebbeta grankirî xwest. Dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir.
Îlker Basbug, bi hinceta “avakirina rêxistina terorê” û “teşebuskirina darbeyê” hatiye girtin û tê darizandin. Başbug, ji sûcdariya “rêxistina terorê ava kiriye” beraat kir lê bi sûcdariya “teşebusa darbeyê kiriye” de cezayê grankirî a heta hetayî ji bo wî tê xwestin.
Mutalaa dozgerê doza Ergenekonê a ku pêşkêşî dadgehê kiriye, 2 hezar û 271 rîpel e. Di mutalaayê de tê îfadekirin ku, hebûna rêxistina terorê a Ergenekonê bi awakî zelal hatiye îspatkirin.
Ligel Başbug, ji bo Hurşit Tolon, Şener Eruygur, Hasan Iğsiz, Nusret Taşdeler, Dursun Çiçek, Tuncay Ozkan, Hakki Pekin, Dogu Perinçek, Erol Manisali, Fatih Hilmioglu, Kemal Guruz, Mehmet Haberal, Mustafa Balbay, Yalçın Kuçuk, Sinan Aygun û Mustafa Abbas Yurtkuran jî cezayê grankirî yêmuebbetê hate xwestin.

AVESTA KURD