Serrûpel Nûçe PYD: Hîto Kurdan temsîl nake

PYD: Hîto Kurdan temsîl nake

Belav bike

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Serokwezîrê demkî yê ku ji aliyê Koalîsyona Netewî a Suriyê ve hatiye hilbijartin Gassan Hîto, wek nûnerekî Kurdan nabîne û dibêje, “Hîto Kurdan temsîl nake.”
Hevserokê PYDê Salîh Mislîm, bi ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firat) re axifî. Mislîm diyar kiriye ku, ti eleqa Gassan Hîto bi Kurdan re tine ye û ew ne temsîldarê Kurdan e.
Koalîsyona Netewî a Suriyê, di 18ê Adarê de li Stenbolê civîn lidarxistibû û Gassan Hîto, wek Serokwezîrê Suriyê yê demkî hilbijartibû.
Hîto, heta sala borî, li Teksasê di fîrmayeke ragihandinê de dixebitî. Di sala 2012 an de çûye Tirkiyê û tevlî refên mixalefeta Suriyê bûye. Hîto’yê ku salên drêj li Amerîkayê jiyaye, tê gotin ku eslî wî Kurd e.
Salîh Mislîm wiha gotiye: “Eslê Hîto Kurd be jî ferq nake. Ne Kurdekî nasdike, ne Kurdî dizane û ne jî eleqa xwe bi siyaseta Kurd re heye. Wana li Kurdekî li gorî pîvanên xwe digerin. Hîto Kurdan temsîl nake.”
Mislîm diyar kiriye ku Koalîsyona netewî a Suriyê Kurd daweta civînê nekirine û bi Kurdan re ti hevdîtin nekirine.

AVESTA KURD