Serrûpel Nûçe Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

Belav bike

Newroza Amedê a îsal namzetê mora xwe li dîrokê xistinê ye. Bi rojan e amadekariyên ku dihatin meşandin, ber bi dawiyê ve diçin. Komîteya Amadekar a Newrozê, diyar kiriye ku ji bo Newroza Amedê a 21ê Adarê, 5 hesar kes hatine peywirdarkirin. Li Amedê hemû otel tije bûne û bona ku mêvanên hatine pîrozbahiya newrozê li derve nemînin, 7 hezar Amedî, mala xwe ji mêvanan re vedikin.
Serîlêdana 400 rojnamevanan hatiye akredîte kirin.
Li 6  deveran, gel wê kom bibe û bi meş ber bi qada newrozê ve biçe. Ew 6 deverana wiha ne: Xaçerêya Zumrut Evler, Xaçerêya Halk, Parka Şato, pêşberî Nexweşxana Zarok û a Jinan a Amedê a li ser rêya 75., Îstasyona Muayeneya Wesaîtan a Hamaratevlerî û li Zana Înşaata Hamaret evleriyê.
Girseya ku wê kom bibe, seet di 07.00 an de wê ber bi qada newrozê ve bimeşe.
Dîsa li navçeyên wek Sûr, Yenîşehîr, Baglar û Kayapinarê, xelkê ku kom bibe wê bi otobûsan veguhestînine qada newrozê.
Li Ewrupayê û Amerîkaya Latîn jî gellek kesayetên naskirî dike beşdarî pîrozbahiya newrozê bibin.
Di Newroza Amedê de li Kurdistan û Tirkiyeyê hemû bal li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan in. Ji Ocalan tê payîn ku, di derbarê pevajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de, peyamên dîrokî bide.
Peyama Ocalan bi Kurdî û Tirkî wê bê xwendin. Hat îdiakirin ku peyama Ocalan dike Parlementer Leyla Zana bixwîne.
Dîsa li 4 parçên Kurdistanê jî nûnerên gellek sazî û partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê dibin.

AVESTA KURD