Serrûpel Nûçe Demîrtaş qala hevdîtina bi Ocalan re kir

Demîrtaş qala hevdîtina bi Ocalan re kir

Belav bike

Di 18ê Adarê de şandeya sêyem a BDPê çûbû Grava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re civîn lidarxistibû. Di nav şandeya sêyem de Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî hebû û Demîrtaş bi rojnameya Ozgur Gundemê re behsa naveroka hevdîtinê kiriye.
Demîrtaş dibêje Ocalan gotiye ku, “cara pêşiyê ye ku li ser van xakan deriyê demokratîkbûnê vedibe, bila herkes baş grîngiya vê bizanibe.”
Ji gorî ragihandina Demîrtaş, hin gotinên Ocalan wiha ne:
Bila meclîs rola xwe bilîze
“Pêwiste em bi lezgînî tevbigerin ku em rê nedine provakasyonan. Divê hikumet jî vê carê pêwiste vê firsendê heba neke. Ev serhildaneke. Ez jî rêberê serhildanê me. Ji bo ku serhildan bi dawî bibe, ez ê a ku dikeve ser milên min bicih bînim. Wek awakî serhildana Koçgiriyê, divê meclîs jî ku çi dikeve ser milên wan bicih bîne.”
Ava Dîcle û Firat
“Berê ji bo Yekîtiya Ewrupa ku hesin û polad çibû, ji bo me jî ava Dîcle û Firatê ew e. Ev dikare veguhere konfederasyoneke Rojhilata Navîn. Ne meha pêş me, pêwiste em sedsala pêş xwe ava bikin. Ez bi salan e ku amadekariya vê dikim.”
Azadiya jinê her tişt e
“Ji bo min azadiya jinê, ji welêt, axê û neftê grîngtir e. Azadiya jinê her tişt e. Ku jin azad bibe her tişt wê hêsantir biserkeve. Bila jin her gotina min wek tabûyekê wernegrin. Ez girêdana jinan a bi min re fêm dikim lê bila ev veneguhere tabûyekê. Azadiya jina, her gotineke min rasterast sepandin nîn e. Li gorî berê mesafeyeke baştir girt jina Kurd. Ez li hemberî rewşa jina Kurd a niha pirr xweşhal im lê hîn pirr tişt hene ku bêne kirin. Qezenca me a herî mezin azadiya jina Kurd e.”
Biryara meclîsê grîng e
“Ev serhildaneke ku 40 sal e didome ye. Niha em dxwazin vê serhildanê biqedînin. Ez biryardarim ku vê serhildanê bi dawî bikim. Lê parlemento ji bo ku ev serhildana bi dawî bibe, wê karibe biryaran bigre? Mînak, di warê vekişandinê de, bêçalakiyê de an çek berdanê de parlemento wê karibe biryarên ku wek temînatin bide? Û bona ku bêçalakî veguhere rewşeke mayînde, meclîs wê karibe gavan biavêje? Em ê vana bibînin. Tam ku rewşa îro neşibe serhildana Koçgiriyê jî, di wê heyamê de bona ku serhildan bi dawî bibe, bi rêberê serhildanê re hevdîtin tên kirin. Parlemento bona ku serhildan bi dawî bibe, hin zagonan derdixîne. Ger ku hikumet û parlemento cidî nêzika vê pirsgirêkê dibe ez jî cidî me.”    
Demîrtaş kelecana xwe a cara pêşiyê ye ku bi Ocalan re rû bi rû dimîne jî wiha dinirxîne: “Ji bo min gellekî bi kelecan bû. Ku ez ketime odê, ew î li ser linga bû. Çend çirka me li hev mêze kir û bi demdrêjî me destên hev girtin. Min jî nexwes destê wî berdim, wî jî nexwest destê min berde. Min hîs kir ku li hemberî min hezkirin û sempatiyeke xwe a mezin heye. Sankî min xizmekî xwe yê ku demeke drêj nedîtibû û dîbînim hîs kir. Por û riyên wî spî bûne. Dema ku diaxifî û niqaş dikirin, hundirê wî bi hezkirina mirovahiyê tije bû. Ji bo min tecrûbeyeke bêhempa bû.”

AVESTA KURD