Serrûpel Nûçe Ku strana Ahmet Kaya digot hêstir barandin (Vîdyo)

Ku strana Ahmet Kaya digot hêstir barandin (Vîdyo)

Belav bike

Li paytexta Tirkiyê li Enqerê, stranbêja navdar Sezen Aksu konserek da. Di konserê de ligel pîyansit û bestekar Fahir Atakoglu û muzîkjenê Ermenî Ara Dinkjian sehne parve kir. Her sê hunermendan bi hev re strana hunermendê Kurd yê nemir Ahmet Kaya a “her ku digirîm” stirîn.
Sezen Aksu dema ku stran digot, rondik barandin. Di dawiya stranê de hestên xwe ji temaşevanan re wiha îfade kir, “ez dixwazim ku sedema hêstir barandina xwe ji we re parve bikim.  Em hilkişiyane hîvê, çûne Marsê û çûne wira û vira… Ez ji ber ku em hîn jî ewqas xwedan kêmasiyan in û kevnare ne digirm. Ji ber ku em hîn jî mirov ji mirovan vediqetînin û xwînê ji xwîneke din bilindtir dibînin ez digirîm. Xwedê em hemû afirandine. Ku tu bixwazî jî nexwazî jî herkes heye. Herkes heye û wê hebe jî. Ez ji ber gunehên me digirîm, Xwedê me hemûyan efû bike.”
Gotinên Sezen Aksuyê ji aliyê temaşevanan ve bi demdrêjî hatin çepikandin. Temaşevanan bi hev re wek koroyekê qîriyan, “tu negirî Sezen Aksu.”
Li ser vê, Sezen Aksu vegeriya temaşevanan  û got, “li derve qala girîna min nekin. Ku hûn bikin, ez ê we yek bi yek tesbît bikim, derî bi derî li we bigerim û we bibînim.”
Li ser ew heneka Aksu, vê carê temaşevan keniyan û xemgîniyê cihê xwe ji kêfxweşiyê re berda.

AVESTA KURD