Roja 17.03.2013 Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Çeqilme li nahiya Raco ya girêdayî qeza Efrînê, êrîş birin ser mala kadirekî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê El-Partî yê bi navê Cemalidîn Seydo tevî du kurên xwe yên bi navê Barzan û Dr. Luqman û ew girtin, herwiha xizmekî wan bi navê Şêrwan Reşîd ku li sala 1989 ji dayik bûye, hat kuştin.
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Ebdilhekîm Beşar, ji Rûdawê re ragihand, PYD dest bi kampanyaya têkbirina kadiryên partiya wî kiriye û sedema wê bi vê girêda ku “Her demek ku rejîma Beşar Esed lawaztir dibe, PYD dest bi tevliheviyê dike û partiyên din yên rojavayê Kurdistanê dike armanca xwe.”
Lê nûnerê PYD li Herêma Kurdistanê Cefer Henan axaftina sekreterê Elpartî red kir û ji Rûdawê re got “Herdem ev propaganda û plangerî li dijî partiya me tên kirin û Elpartî û Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, nandozên Tirkiyê ne û rastiya wan li bajarê Serê Kaniyê derket.”
Her çiqasî pirraniya partiyên rojavayê Kurdistanê dibêjin YPG girêdayî PYD ê ye, lê Cefer Henan red kir ku se rbi wan bin û got, YPG rasterast girêdayî DBK ye ku ji partiyên rojavayê Kurdistan pêk tê, lê partiyên din dibêjin YPG hêzeke partiya PYD ê ye.
Nûnerê PYD li Herêma Kurdistanê teqez kir ku ji bilî YPG ti hêzên çekdar li rojavayê Kurdistanê qebûl nakin “Hefteya çûyî li ser daxwaza xelkê Birc Ebdalo yê girêdayî Efrînê,YPG çûne wî gundî, destpêkê çekdarên Partiya Azadî nehiştin ew yekîne biçin nav gund, lê piştî wê karîn kontrolê li gund bikin.” Navborî dûr nabîne ku ew kêşeya navber partiya wî û Elpartî û Partiya Azadî de, dirêj bike.
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, hêzên PYD bi terorkirina Nesredîn Birhek û revandina Behzad Dursin tawanbar dike, ku ew herdu endamên polîtburoya Elpartî ne li Sûriyê.
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Ebdilhekîm Beşar, behsa plana partiya xwe kir ji bo rûbirûbûna êrişên çekdarên PYD li ser berpirs û kadroyên wan û got “Li hember wan êrişan em neçar in hin tedbîrên taybet bistînin û endamên xwe bi çek bikin, ji bo em sînorekî deynin li hember kiryarên PYD.” Biradost Azîzî / Hewlêr (Rûdaw)