Piştî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li Hollanda li Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nirxandinek hat xwestin û wî jî Newroza Amedê û peyama Ocalan nirxand.
Erdogan çima ku di pîrozbahiya newrozê de ala Tirkiyê tine bû, ew helwesta rexne kir û got, “min dixwast ku ez ala Tirk li wira bibînim.”
Erdogan wiha dibêje: “Hin komên marjînal yên ku dixwazin vê pêvajoyê bixetimînin hene. Ev pêvajoya, pêvajoyeke ku, wê lîstikên komên ku bi terorê xwe xwedî dikin xera bike ye. Di mîtîngeke di vê pêvajoyê de a ku li Amedê tê lidarxistin de pêwist bû ku ala Tirk hebûya. Cih nedayîna ala Tirkiyê, nişanî me dide ku hîn jî kesên ku dixwazin pêvajoyê proveke bikin hene. Di mîtîngê de tinebûna ala Tirk, ji peyamê re cuda dikeve.”
Erdogan peyama Ocalan wek erênî dîtiye û gotiye, “a grîng pratîk in. Em dixwazin ku di demeke kin de peyamên Ocalan bervivê bigrin. Ku kengî dest bi sepandinê bikin, wê wextê hewa wê biguhere. Peyama ku xwestiye bide, bi mehan e peyamên ku em bilêvdikin in. Divê çek bêne berdan. Li Xeburê me mînakek jiya. Pêwiste welatê me terk bikin. Ku terk bikin, hêzên me yên leşkerî jî ne di lukseke operasyon lidarxistinê de ne.”
AVESTA KURD