Karayilan got Ocalan pêvajoyeke nû dest pê kir û ewê naveroka wê peyamê pêk bînin
Li gora ANF karayilan di Newroza Qamişlo de peyamek da û got ewê daxwazên Ocalan yên ji bo aştiyê pêk bînin.
Karayilan her wiha got, PKK hem ji bo aştiyê , hem jî ji bo şer amade ye.
Ocalan di peyama xwe ya Newrozê de ku di Newroza Diyarbekirê de hate xwendin, ji PKK xwest ku çekdan bêdeng bike û ji sînorê Tirkiyê derkeve.