Serrûpel Nûçe “Derbasî pozîsyona bêçalakîtiyê bibin”

“Derbasî pozîsyona bêçalakîtiyê bibin”

Belav bike

Ji aliyê çapemeniya Tirkiyê ve hat îdiakirin ku, Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, bi rêya bêtêlê, bang li gerîlayên PKKê kiriye û ji wan xwestiye ku, bila derbasa pozîsyona bêçalakûtiyê bibin.
Piştî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ku doh di Newroza Amedê de hate deklerekirin, “çekan bêdeng bikin û  xwe vekişînine dersînorê Tirkiyê”, Karayilan di demeke pirr kin de diyar kiribû ku, ew ê piştgiriyê bidine peyama Ocalan.
Dîsa di berdewamiya îdiaya çapemeniya Tirkiyê de tê îfadekirin ku, Karayilan tenê gotiye, “derbasa pozîsyona bêçalakiyê bibin”, û di derbarê “xwe paşde vekişînin” de ti talîmat nedate.

AVESTA KURD