Serrûpel Nûçe Gerîla jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn

Gerîla jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn

Belav bike

Li Liceya Amedê, di pîrozbahiya newrozê de gerîlayên PKKê jî cihê xwe girtin. Li Liceyê li qada ku pîrozbahî pêk dihat, nêzika 5 hezar kes kom bûn û agirê newrozê dadan.
Serokê navçeyê yê BDPê Harun Erkuş, Şaredara Liceyê Fikriye Aytin, Seroka MEYA-DERê Leyla Ayaz jî beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Li gorî nûçeya ANFê (Ajansa Nûçeyên Firat), Serokê navçeyê yê BDPê Harun Erkuş axaftinek kir û newroza gel pîroz kir. Tam wê demê, komeke gerîla yên ku li çolwarê hatibûn, li qada pîrozbahiya newrozê cihê xwe girtin. Gerîlayên ku rûyên xwe bi pûşiyê girtibûn, ji wan yekî mîkrofon xwest û axaftinek kir.
Di axaftina xwe de gerîla wiha got, “em bawer dikin ku ji îro pê ve jî gelê me, ku pêwistiya pêvajoyê çibe wê ew berpirsyariya xwe bicih bînin.” 
Piştî axaftina gerîla, koma gerîla ji qada newrozê veqetiyan û berê xwe dane çiyan. Dema ku gerîla li navçeyê dûrdiketin, li quntarên çiyan bi çekên otomotîk dengê çekan bilind bû.

AVESTA KURD