Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî ligel Angela Merkel civiya

Nêçîrvan Barzanî ligel Angela Merkel civiya

Belav bike

Di civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê behsa rewşa siyasî ya Îraqê kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê kar bo hevkarî kirina Îraqê dike daku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û li gora destûra bingehîn ya Îraqê çareser bike.

Di derbarê çavkaniyên xwezayî de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê û Îraqê dikarin bihevre roleke girîng bo hevkarî kirina Almanya û Tirkiye û welatên din yên Ewrûpayê bilîzin bi taybetî di warê zêdetir kirina çavkaniyên sutemenî de.

Hêjayê gotinêye ku, her di roja Çarşemê di çarçoweyê konferansa han de ku, grûpa partiya demokrat ya kirîstiyanan ku, bi Serokatiya Seroka Almaniyayê Angela Merkel organîze kiribû, Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir.

Di vê peyva han de Nêçîrvan Barzanê eşkere kir ku, tevahiya pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê di warê petrolê de bi armanca hevkarî kirina Îraqê di warê zêde kirina henarde û hawerde kirina berhemên petrolê de bûye.

Barzanî diyar kir ku, tekez kirina Almaniyayê li ser asayîş û ewlekariya enerjiyê xaleke hevbeş ya girînge bo zêdetir kirina hevkariyên navbera Kurdistan, Almaniya û Îraqê de.

Serokwezîrê Kurdistanê ev yek jî eşkere kir ku, ev asta yedek ya petrolê a ku, piştî sala 2007an li Kurdistanê de hatiye dîtin dikare di warê enerjî de hevkariyeke gelek baş be bo welatên Ewrûpayê bi taybetî Almaniya.

Gawa ku, Hikûmeta Kurdistanê karî tevahiya pêdeviyên navxweyî yên xwe dabîn bike vê demê dikare bibe hevpareke bawermend bo Tirkiye, Almaniya û welatên din yên Ewrûpayê di warê dabîn kirina enerjî de.

Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya axaftinên xwe de eşkere kir ku, hewldanên heyî yên ji bo dîtina petrolê li Kurdistanê de didomin û xala girîng jî ewe ku, çawe mirov dikare ev petrol û gaza han bigehîne bazarên Cîhanî.

Barzanî di dawiya axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kir ku, di sala 2019an de xeta weguhastina enerjî ji Kurdistanê bo welatên din bi dawî dibe û bi awayekî fermî dest bi kar dike û di wan deman de jî Kurdistan dikare rojane 3 miliyon bermîl petrol ji bazarên Cîhanî re bişîne. rojevakurd