PKKê agirbest îlan kir. Serokê Konseya Rêbebir a KCKê Mûrad Karayilan, peyameke bi dîmen ji pîrozbahiya Newroza Bonn Almanya re şand û diyar kir ku, “ji 21ê Adarê vir ve û ji vir û pê ve em wek tevgera KCK, PKK û HPG bi awakî fermî û zelal agirbestê îln dikin.”
Karayilan di peyama xwe de li ser grîngiya peyama Ocalan disekine û wiha dibêje: “Niha herkes dipirse, li hemberî banga Rêber Apo bersiva PKK û HPGê wê çawa be. Ez niha li hizura we hemûyan û bi şahidiya we biryara tevgera me eşkere dikim. Biryara ku Rêber Apo daye, ew biryara me hemûyan e. Em vê biryarê qebûl dikin û piştgiriyê didin. Naveroka peyamê em dîrokî, rast û grîng dibînin. Em vê peyamê wek destpêkeke nû a heyameke dîrokî dihesibînin.”
Karayilan di berdewamiya peyama xwe de wiha têde çû: “Gerîlayên Kurdstana azad wê ti çalakiyan lidarnexînin. Di çarçoveya agirbestê de em ê çalakiyên xwe yên leşkerî plan bikin. Ger ku li dijî hêzên me êrîş pêk werin, helbet hêzên me wê xwe li hemberî ev êrîşana biparêzin. Careke din li dijî êrîşan mafê me yê bersivdayinê wê hebe.Ev mafekî dinyevî ye û mafekî rewa ye…”
Mûrad Karayilan di mijara vekişandina dersînorê Tirkiyê de jî mercên xwe wiha rêz kirin: “Ger ku dewlet û hikumeta Tirk û parlemento berpirsyariya xwe bicih bîne û ji bo vekişandinê biryarên pêwist bigire, sazî û komisyonên pêwist ava bike, ku bingeha vekişandinê çêbike, em ê wê jî bicih bînin. Em niha dipên ku bingeha vekişandinê çê bikin. Di vê mijarê de niha tenê em dikarin vê bibêjin.”
AVESTA KURD