Serrûpel Nûçe Li Meksîkayê hovîtiya mafyayê

Li Meksîkayê hovîtiya mafyayê

Belav bike

Li Meksîkayê hovîtiyeke mafyayê a din hate jiyandin. 7 mêr ji aliyê mafyayê ve bi awakî hovane hatine înfazkirin.
Li eyaleta Michoacan, li bajarê Uruapanê, cesedê 7 zilamên ku li ser kursiyê rûniştine û hatine kuştin hatin dîtin. Salên 7 zilamên ku hatine înfazkirin, di navbera 15 û 40 saliyê de ne. Bi gule berdana serê wan hatine kuştin.
Li ser sînga hin cesedan nota hişyariyê berdane. Li ser nota ku li ser cesedan hatiye dîtin de wiha dinivîse, “Hişyarî. Ji dizan, kesên ku mirovan direvînin û şêlankeran re wê aqibet ev be.”      
Li Meksîkayê, di 7 salên dawiyê de, di şerê nav çeteyên tîryakiyê de 70 hezar mirovî jiyana xwe wenda kiriye. Di warê astengkirina şîdetê de polîs neçar dimîne. Gel, bona ku karibe xwe biparêze, çekan digire û xwe bi rêxistin dike.   

AVESTA KURD