Serrûpel Nûçe Lîsteya “Mirovên Aqilmend” zelal dibe

Lîsteya “Mirovên Aqilmend” zelal dibe

Belav bike

Çarçove û navên ku di Komisyona Mirovên Aqilmend de wê cih bigirin zelal dibe. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê a ku dimeşe di cih de bibînin û ji pêngavan re çavdêriyê bikin, bi navê “Komisyona Mirovên Aqilmend” komisyonek tê avakirin. Navên di nêz ve tên nasdikir yên ku ji aliyê civakê ve kesên wek qedirbilind tên zanîn, di komisyonê de wê cih bigirin û nav ji pişeyên cûrbecûr wê pêk bên. Di nav kesayetên ku muhtemele di komisyonê de cih bigirin de navên wek, nivîskar Yaşar Kemal, hunermendê sînemayê Kadîr Înanir, nivîskar û rojnamevan Hasan Cemal, lîstikvana sînemayê Julîde Kural, serdozgerê berê yê Komarê Umît Kardaş, akademîsyen Vahab Coşkun, karsaz Rifat Hîsarciklioglu, nivîskar û lêkolîner Tarhan Erdem, akademîsyen Prof.Dr.Mîthat Sancar,rojnamevan Oral Çalişlar, rojnamevan Alî Bayramoglu tên bilêvkirin.
Li gorî daxuyaniya Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, lîsteya endamên komisyonê hîn nehatiye temamkirin. Şexsiyetên ku pirsgirêkên civakî ji xwe re dikine derd û kûl wê cih bigirin.
Atalay wiha dibêje: “komisyon wê ji mirovên serbixwe pêk were û wê peywira hakemtiyê bicih bîne. Em ê wek peywira sekreteriyê bikin. Mirovên Aqilmend wê pêvajoyê bişopîne û ji xwe vekişandinê re çavdêriyê bike. Komisyon ji 4 kom, ku her komekê de 7 kes wê hebin, wê pêk were.”

AVESTA KURD