Serrûpel Nûçe Barzanî ligel Erdogan civiya

Barzanî ligel Erdogan civiya

Belav bike
Di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera hikûmeta Kurdistanê Ergoşî got, di hevdîtinê de rewşa herêmê, pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê hate gotûbêjkirin.
 
Ergoşî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî ev demeke li ser vê meseleyê kar dike.

Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Kurdistanê got, Barzanî her demê ligel diyalogê û çareserkirina pirsa Kurd bi riyên aştiyane û diyalogê bû ye.

Ergoşî got ji ber vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî bi her du aliyan re di pêweindiyê de ye.

Navborî diyar kir ku yek ji armancên serdana Enqerê ev pirs bû ye.

Her wiha di vê serdanê de berferehkirna pêwendiyên siyasî, dîplomasî, aborî û bazirganî têne rojevê.

AVESTA KURD