Li bajarê Êlihê, du gotinên Ataturk cih guherandin. Li navenda bajêr, nivîsa ku tê gotin ji aliyê Ataturk ve hatiye gotin a “çi bextewar e kesê ku bibêje ez Tirk im” hate rakirin, şûna wê nivîsê gotineke Ataturk a din, “li welêt aşîtî li cîhanê aşîtî” hate nivîsandin.
Nivîsa 30 salî, li qada bajêr, li kêleka peykerê Ataturk hatibû nivîsandin.
Du roja berê ew guherîna nivîsan ku gotinên Ataturk bûn pêk hat.
AVESTA KURD