Serrûpel Nûçe Li Amedê herî kêm 77 kes hate binçavkirin

Li Amedê herî kêm 77 kes hate binçavkirin

Belav bike

Li Amedê li navçeyên wek Baglar, Kayapinar, Yenîşehîr, Sûr û navçeyên din, îro danê sibê bi serdegirtina malan a polîsan de zêdetirî 70 kes hatine binçavkirin.
Di nav kesên ku hatine binçavkirin de, endam û rêvebirên BDPê jî hene.
Hinceta binçavkirinan nehatiye eşkere kirin lê hatiye diyarkirin ku, operasyonên îro yên li Amedê, berdewamiya operasyonên KCKê ne.
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî, di komcivîna meclîsê a partiya xwe de, operasyonên li dijî BDPê rexne kir û bang li herkesî kir ku, ev operasyoneke siyasî ye û bona ku îradeya gelê me a ku nîşana partiya me daye bê şkestin operasyon hatine kirin. Demîrtaş bang li hikumetê jî kir ku bila hişê xwe bigire serê xwe. 
Kesên ku li Amedê hatine binçavkirin, birine Gerînendetiya Ewlehiyê a Amedê.

AVESTA KURD