Serrûpel Nûçe Amîna li Tunusê deng veda

Amîna li Tunusê deng veda

Belav bike

Li Tunusê ji bo piştgiriya Amîna, 98 hezar îmze hate berhevkirin. Jina 19 salî a bi navê Amîna, xwest pêşengiyê ji tevgera FEMEN re bike û bona vê jî, li ser bedena xwe a tazî, “bedena min a min e, ne exlaqê ti kesan e” nivîsî. Sûretên çalakiya xwe, di 11ê Adarê de li ser hesabê facebooka xwe parve kir.
Ji ber vê çalakiyê, oldarên Tunusî rexneyên gran jê kirin û rêberê rêxistineke olî Adel Almî, diyar kir ku ew helhesta Amîna li Tunusê wê bêexlaqiyê têbigerîne jinên din jî û loma jî pêwiste were recm kirin. Di demek kin de hesabê facebooka Amîna jî hate hack kirin.
Li ser van rûdanana, li Tunusê kampanya piştgiriyê ji bo Amîna dane destpêkirin. Di bergeha kampanyayê de ji bo Amîna heta niha 98 hezar îmze hatiye berhevkirin.
Parêzerê jina Femen Amîna aktîvist Bel Haj Hmida diyar kiriye ku, ger Amîna bê mehkemekirin, li gorî zagonê wê 6 meha cezayê hepsê bigre.
Dîsa ji bo piştgiriyê, 4ê Avrelê roja çalakiya navneteweyî hate îlan kirin.
Amîna piştî van bûyeran derkete televîzyon Ettounsiya û wiha hestên xwe anîne ziman: “Ger ku min peyama xwe li ser tşortekî binivîsiya, ti bandor wê çê nebûya. Bi vî awayî min xwest ku peyama min were xwendin. Bedena jinekê, ne exlaqê bav, bra an mêrê wê ye. Gellek gef li min tên xwarin lê gellek jin her roj di bin tehdîtan de ne. Êdî pêwiste jinên Tunusî hişyar bin û bandor û tadeya li ser wan bibînin.”

AVESTA KURD