Serrûpel Nûçe Bihayê ev sûretê Beatles 90 hezar e

Bihayê ev sûretê Beatles 90 hezar e

Belav bike

Sûretê koma efsanewî a muzîkê Beatles, bi mizayedeyê hate firotin. Sûretê Beatles a ku bi 90 hezarî hate firotin, 48 sala berê, di sala 1965 an de di konsera li bajarê New Yorkê hatibû kişandin.
Di sala 1965 an de Beatles, li stada Shea konserek lidarxistibû û heta wê rojê qelebaliqeke herî zêde li stada Shea anîbû cem hev. Zêdetirî 55 hezar kes beşdarî konsera Beatles bûbû. 
Sûretên Beatles ji aliyê fotokêş Mark Weinstein ve hatine kişandin. 61 sûretên ku hatine kişandin hemû reş û spî ne.
Fotokêş Mark Weinstein, bi nasnameya sexte a rojnamevaniyê a ku li mal  bi xwe çêkiribû dikeve stada Shea a ku konser tê lidarxistin. Fotokêş, sûretên Beatles bi dizî dikişîne.
Sûretên Beatles, ji aliyê mirovekî ku li Washingtonê dijî û xwedan koleksiyoneke mezin a Beatles e ve hatine kirîn.

 
AVESTA KURD