Li Almanya Barzanî ligel serokwezîra Almanya Angela Merkel hevdîtinek pêk anî û beşdarî konferansa enerjiyê bû.
Li Enqerê jî Barzanî ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan civiya û li ser pirsa Kurd, rewşa herêmê û pêvajoya aştiya di navbera PKK û Tirkiyê de gotûbêj kir.
Barzanî, her wiha çû serdana partiya BDP û ligel hevserokên wê, parlamenterên Kurd û kesayetiyan civiya.
Barzanî di wan hevdîtinên xwe de careke din dubare kir ku ew bi her awahî piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin û ligel in ku pirsa Kurd bi riyên aştiyane û diyalogê were çareserkirin.
Piştî hevdîtinên xwe temam kir, Nêçîrvan Barzanî vegeriya Kurdistanê.
AVESTA KURD