Serrûpel Nûçe Trawmaya zarokên Kurd (Vîdyo)

Trawmaya zarokên Kurd (Vîdyo)

Belav bike

Di bernameya ÎMC Tv.yê de lêkolîner Kejê Bêmal bû mêvanê Mustafa Kulelî û travmaya zarokên Kurdan raxiste ber çavan.
Zarokên Kurd yên ku dest bi dibistana serete dikin, ji ber ku Tirkî nizanin û bi zimanê zikmakî perwerdehî nayê dayîn, li dibistanan rasta zor û zehmetiyeke dijwar tên. Zarokên Kurd, ji ber ku bi zimanekî biyanî dest bi perwerdehiyê dikin, nikarin bi hêsan fêrî dersan bibin û bi teşhîsa “zehmetiya fêrbûnê dikişînin”, dişînin Navendên Rehabîlîtasyonan.
Kejê Bêmal, di xebata xwe de rasta zarokên ku ji zimanê xwe nefret dikin tê. Qala keça Kurd Sîbelê dike.
Ji Sîbelê dipirse, tu Kurdî dizanî? Sîbel dibêje, “na, ez nizanim, Kurdî zimanekî pîs e.” Pirsa xwe didomîne, “Çawa zimanekî pîs e, gelo ma li mal bav û dayika te Kurdî napeyive?” Sîbel dibersivîne, “belê lê ez naxwazim Kurdî bipeyivim, li dibistanê her kes bi min dikene û çima ku ez bi Kurdî peyivîm, ez şandime nav dînan…” Û bi hezaran zarokên Kurd yên wek Sîbelê.
Ji bo baştir fêmkirina trawmaya li ser zarokên Kurd, pêwiste vîdyo bi baldarî bê temaşe û guhdarîkirin.

AVESTA KURD