KurdWatch: Tu berî şoreşê di siyasetê de çalak bû?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Na. Hevalên min yên çalak hebûn. Çalakiyên min yên siyasî tenê ew bûn, ku ez carekê çûm serdana gora Cegerxwîn û carekê jî serdana gora Mihemed Şêxo. Hevalan min fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirin. Ez ji hêla siyasî ve ne di rêxistinekê de bûm.
KurdWatch: Ango, şoreşê te kir siyasî?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Belê. Min destpêkir ku di çalakiyên siyasî de beşdar bibim û ez bi ciwanên çalak re kom bûm. Eger ez rastiyê bêjim, divê diyar bikim, ku ez heta îro hemû partiyên kurdî nasnakim. Zanîna min ya siyasî gelekî di ser re ye. Ez tenê di pey destpêkirina şoreşê de bûm çalak.
KurdWatch: Te çi dikir?
Usama Silêman Mensûr Hilalî: Me jî weke gelek ciwanan destpêkir ku em xwenîşandanan amade bikin. Wisa min çalakvanên Şepêla Pêşeroj jî naskirin. Dûvre me komek bi navê »Tevgera Roja Azadiyê« damezrand. Ez, bibêje hem di hemû civînên komên gelek hevrêziyan de beşdar bûm û di bêhtirê civînên damezrandinan de amade bûm.
KurdWatch: Kengî tu bûyî endamê Şepêla Pêşeroj?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Nêzîkî pênc mehan pişî ku şoreşê destpê kir. Pişîtî girtina min ya yekê.
KurdWatch: Kengî û çima tu hatî girtin?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Ez di sala yekê ya şoreşê de sê caran hatim girtin. Wê demê kanalên al-Jezîre û RonahîTV li ser girtina min axivîn. Di wan deman de ti pirsgirêkên min bi PYD re tinebûn. Sedema girtinê pişgiriya min a ji şoreşê re bû. Dikana min eyn li cihê ku xwenîşandan hertim destpê dikirin bû. Min gelek caran elektrîk û av pêşkêş dikir. Ez bi wî awayî bûm yek ji yên ku tevlî xwenîşandanên li dijî rêjîmê bû. Ji xwe, PYD dûvre dikana min şewitand.
KurdWatch: We kengî lîwaya Mişel Temo damezirand?
Usama Silêman Mensûr Hilalî: Berî nêzîkî salekê me dest bi amadekirinan kir. Me ji Kurdan ti pişgirî nedît. Lê Artêşa Azad ya Sûrî amade bû ku pişgiriya me bike. Li destpêkê em tenê du kes bûn. Ez û çalakvanekî dî yê Kurd ji Qamişli. Em berê jî tevlî Artêşa Azad ya Sûriyê bûbûn. Min dixwest ku em Kurd tevlî şoreşê bibin. Artêşa Azad ya Sûriyê birastî bi singek ferh em hembêz kirin. Ew gelkî serbilind bûn ku ez wekû Kurdekî bi wan re şer bikim. Ez wê demê di lîwayekê de bûm li nêzîkî Hemayê. Gelkî kêfa min hat ji rengê hembêzkirina wan ji min re. Ala Kurdî li cem min tinebû, wan ji min re yek çêkir. Dûvre min destpê kir amadekariyan bikim ji bo damezrandina lîwayeke kurdî bi nave Mişel Temo. Dûvre me li Girê Sipî lîwa ragehand. Wê demê Girê Sipî azad bû û imkan di dest me de hebû ku em li wir bixebetin.
KurdWatch: Kengî bû?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Dîroka rojê xweş nayê bîra min. Nêzîkî du heftiyan berî destpêkirina şerê Serê Kaniyê bû [19ê çireya pêşîna 2012ê]. Di şerên destpêkê de em ne beşdar bûn.
KurdWatch: Lê dihat gotin ku hun di şer de beşdar bûn.
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Di êrîşîkirina li ser hêzên rêjîmê de em ne amade bûn. Em piştî çend rojan tevlî wan bûn. Piştî ku Artêşa Azad ya Sûriyê Serê Kaniyê kir bin destê xwe de min têkilî bi hevalên xwe re li Heleb û Idlibê danî, me xwest em hevdû li Serê Kaniyê bibînin û wî cihî bikin parêzgeha xwe, ya ku em ji wir dê karibin şer bikin. Ne dihat bîra me ku li wir em li dijî PYD şer bikin. Gava astengiyên destpêkê bi PYD re çêbûn, em di nav de bûn. Hemû kesên ku hatin kuştin, ketibûne xefkeke PYD de. Kesî nedabû pêşiya xwe ku şerê PYD bike. Em rojekê çûn nuqteyeke kontrolê ya PYD û me got ku me Serê Kaniyê ji yekîneyên rêjîmê azad kir û em qebûl nakin ku hun nuqteyên xwe yên kontrolê wisa nêzîkî bajêr deynin. Wan li ber bajêr, di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê du nuqteyên kontrolê yên mezin danî bûn. Me got jî, ku helwesta wan ji rêjîmê ne gelkî zelale. Li nuqteya kontrolê ya yekê ti astengî tinebûn. Li vir diwazdeh şervanên PYD hebûn, bi çekên giran bûn, lê wan li ser daxwaza me nuqteya kontrolê rakirin. Dûvre em çûn nuqteya dî ya kontrolê, hîn me dev ji erebeyên xwe bernedabûn PYD di ser me re gule barandin. Li vir çar şervanên lîwaya Mişel Temo mirin. Mebesta me ne ew bû ku em êrîşî wan bikin. Eger me wisa xwestiba, meyê yekser wisa kirba. AAS Serê Kaniyê bi temamî ji rêjîmê azad kir, û kêmtir kes hatin kuştin ji hejmara kuştiyên wê rojê. Me hivdeh kes winda kirin. Di pey re Ronahî TV raportek li ser me belav kir, ya ku bêhtirê dîmenên wê ji kamereya kesekî kuştî biribûn. Piştî ku wan Hozan kuştibûn, wan kamereya wî jî biribûn.
KurdWatch: Lîwa ya we çi qasî mezin bû?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Em nêzîkî bîst û pêncan bûn. Em ne li wir bûn ji bo ku em şer bikin. Hin kes bê çek jî hatibûn û hin kes li mal mabûn. Gava pevçûn çêbûn pazdeh kesên me amade bûn. Pevçûnan ji heştê sibehê heta yazdehê şevê berdewam kirin. Dûvre danûstandin bi PYD re çêbûn û PYD destpêkir, di medya xwe de cengeke propagendayê li dijî me ragihîne. Wan êrîşî şîniya Hozan kirin û malbat tehdîd kirin. Ew ne şervan bû. Wî wekû rojnamevan kar dikir. Helwesta PYD û nêzîkahiya wan ji rêjîmê gelek xirabî gehand Kurdên Sûrîyê, gelek kes nikarin di nav PYD û Kurdan de cudahiyê bibînin, wan jî kurd dihesibînin. Bi alîkariya şehîdên me me karî em nîşanî hin kesan bikin ku, Kurdên dî jî hene. Ne hemû kurd bi rêjîmê re hevrêziyê dikin. Windakirina hevalên me derbeke giran bû li dijî me. Di pevçûnan de li ser nuqteyên kontrolê ez jî birîndar bûm. Ji me re janeke giran bû ku em kesên xwe bi destê hemwelatiyên xwe, yên Kurd, winda bikin.
KurdWatch: Li gor nerîna te kê li Serê Kaniyê şer despê kir?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Ne ti aliyî. Ez berî du rojan li wir bûn. PYD û Artêşa Azad ya Sûriyê nuqteyên kontrolê yên hevbeş saz kiribûn. Em Yekîneya Meşel Temo, em aliyê ku me herî bêhtir windakirî ye û ziyan dîtiye. Hemû propagendaya di televizyon û internetê de li dijî me ye û me wek terorîstan raber dike ku daxwaza me ew e em xaniyan bişewitînin û hdw. Û niha PYD bi van, xwedêgiravî, terorîstan re aştî girêdaye. Ka ev hemû xelkên ku em ji ber hevkariya me ya bi Artêşa Azad re rexne dikirin? Çima durust û rewaye ji bo PYD bi wan re hevkariyê bike? Piştî ku aştî bi PYD re hat girêdan, me xwe ji Serê Kaniyê vekişand. PYD dixwaze li herêmên kurdî diktatoriyeke nû saz bike. Tenê wêneyên Dîktator ê bên guhertin. Ew daxwaza nûnertiya tenha ya herêmên kurdî dikin. Ew ti hevpar û şirîkan bi xwe re napejirînin. Tişta wan di du salên çûyî de kirin, rêjîmê di çil salên çûyî de bi Kurdan nekiriye. Ew qet ji wê yekê jî natirsin ku jinan jî birevînin. Wan hevaleke me, Şêrîn Ehmed, revand. Ew di warê civakî de çalak bû û me di wan deman de bi hev re xwenîşandan li Qamişlo li darxistin. Tenê piştî ku me karekî xurt di çapemeniyê de ji wê re kir ew serbest hat berdan.
KurdWatch: Ti berpirsiyariya wê di lîwayê re hebû?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Na, qet nîne. Tiştê herî xirab ewe, ku qe xwenîşandan li dijî revandina wê çênebûn. Gava xwenîşandan li Qamişlo mezin dibûn, cîranekî me hebû ku bi muxaberatan re kar dikir. Wî du caran di xwenîşandanan de ber bi ezmanan fîşek/gulle teqandin, hertim xelk dihatin belavkirin. Ez vê yekê cara yekem dibêjim, vidyo jî hene. Me got, wisa naqede. Kesekî tehna dikare evqas kesan bitirsîne. Rabû min û du hevalan me êvarekê di ser xaniyê wî re gulle berdan. Wî êdî nema diwêrîbû di xwenîşandanan de fîşekan biteqîne. Wisa jî bi PYD re ye. Ji ber kes tiştekî nake, ewê hertim bêhtir ji mafê xwe bêpar bimînin.
KurdWatch: PYD idîa dike ku tu erebî û ne kurdî. Herweha dibêje ku te mirovek kuştiye û tu kesekî kujerî.
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Ez ne ji malbaek ereb im. Eger ez ereb bim, nexwe kesayetiya simbola kurd Mihemed Şêxo jî ereb e. Ez mîna wî kurdekî Mihelmî me. Lê dûr ji vê, divê qe ti rolê nelîze bê ez çi me. Eger me gotiba em erebin, ê gelek qezenc bi dest me ketibana. Eger em ne Kurd bana, minê ala kurdî ne hildaba. Ji bo tiştên dî: min dixwest ez ji bo wê yekê ragehandinekê bidim, lê ezê di cihê wê de biryara xwe di vê hevpeyvînê de bidim. Gava şoreş bidawî bibe, ez amade me xwe bidim ber dadgeheke sîvîl. Xweha min û mêrê wê astengiyên wan bi hev re hebûn, malbata mêrê wê xwestin ez herim cem wan ji bo axavtinê. Gava ez giham cihê hevdîtinê, şeş mêr li bendî min bûn, yên ku bi kêr û daran êrîşî min kirin. Min li ber xwe da û min pê re birayê bûrayê xwe bi kêrê birîndar kir, û dûvre ew mir. Min mirovekî ciwan kuşt û ev şaşiyek bû. Ne mebesta min bû ez wî bikûjim. Ez amade me herim ber dadgeheke serbixwe. Lê niha ez nikarim ne xwe bidim destê PYD û ne jî destê rêjîmê. Di herdû rewşan de ê cezayê kuştinê bidin min. Lê eger ez di pey şoreşê de sax mam, ezê xwe radestî dadgehê bikim.
KurdWatch: Li ser Ronahî TV malbata te xwe ji te bêrî dike. Ev çima?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Dibe ku ew hatibin tehdîdkirin. Ew hew diwêrin ji xanî derkevin.
KurdWatch: Tê gotin ku lîwaya Mişel Temo çengê leşkerî yê Şepêla Pêşeroj e. Gelo raste?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Gava ez bûm endamê Şepêla Pêşeroj, ev yek ne ji ber Şepêlê bû. Min Mişel Temo dît, û kêfa min ji nerîn û axavtina wî re hat. Hîn li destpêkê gava xwenîşandan li cem me destpêkirin, min ala PYD jî bilind kir û hilda. Min gelek derbarî partiyê nas nedikirin, ti cudahî di nav wan de çênedikir. Şepêla Pêşeroj karê siyasî dike û ragehandin hebûn, di nav wan de hinek ji Faris Temo jî, ew dibêjin ew ne berpirsiyarên me ne. Na, têkiliyên wisa xurt bi wan re nînin. Ji xwe, eger têkilîyên me bi wan re hebin jî, Şepêla Pêşeroj ê ev yek bi rengekî vekirî nekirba. Eger na, ê astengiyên wan bi PYD re peyda bibin. PYD ê ew bikuştana, revandibana…hdw. Şepêla Pêşeroj vê yekê dizane. Em heman ciwanên kurdin, yên ku li destpêka şoreşê xwenîşandanên aştiyane saz dikirin. Me her heftî duruşm li ser plakatan amde dikirin, kolan pak dikirn û di germiyê de xwenîşander bi avê hînik dikir. Min wê demê tenekeyek av li ser pişa xwe hildigirt, ya ku li ser hatibû nivîsîn »Vîtamînên aştiyê«. Ez ji hembal û hilgirê avê wergeriyam çekhilgir. Emê yan rêya şehîdên xwe bigrin yan jî biserkevin. Lê emê qet dev ji dozê neberdin.
KurdWatch: Tê gotin ku hun gelek alîkarî ji Turkiyê distînin. Gelo raste?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Na, ti alîkarî ji Turkiyê ji me re nayê. Di pevçûnên dawî de li Serê Kaniyê em du rojan jî bê zexîreyên çekan man. Her yek ji me tenê deh pazdeh cercûr di çekên wan yên reşaş de hebûn. Eger em zilamên Tirkiyê bana û me li dijî gelê xwe şer kiriba, belkî me piştgirî wergirtiba. Lê em ne amadene ji bo vê yekê. Em dixwazin serbixwe bimînin. Piştgiriya ku em distînin ji Encumena Leşkerî ya Artêşa Azad ya Sûriyê tê. Ew ne geleke. Ta niha tenê çekên sivik li cem me hebûn. Tenê niha me duşkayek [çekekeî reşaş yê giran] stand – lê ta niha erebe ji me kême. Ne tirk û ne jî welatekî dî pişgiriya me dike.
KurdWatch: Têkiliya we bi Encumena Leşkerî ya Kurdî re heye?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Ew bi xwe gerek bû gelek lîwa bibin endam di Encumena Leşkerî ya Kurdî de. Lê bêhtirê koman tenê di facebookê de hene. Wisa tiştek ji Encumena Leşkerî ya Kurdî dernakeve. Wê bidawîbûna xwe di Encumena Leşkerî ya AAS de ragehand.
KurdWatch: Lîwaya we çiqasî mezine?
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Pazdeh xortên me li Tel Hemîs hene, deh şervan li Serê Kaniyê, lê ne çalakin, û li vir li Girê Sipî em bîst û pênc in. Em bi tevayî pêncî ta şêst şervanin. Nêzîk emê li deverên dî bibin çalak.
KurdWatch: Gelek wekû şaşiyeke mezin dibînin ku hun bi selefîyan re û bi komên din yê terorist re derbasî Serê Kaniyê bûn, gelek ji wan ji Tirkiyê hatibûn. Ev yek hişt ku gelek Kurd li dora PYD kom bibin.
Usama Silêman Mensûr Hilalî:Gava komên cuda derbasî Serê Kaniyê bûn, em ne bi wan re bûn. Em dûv re tevlî wan bûn. Bêhtirê koman ne ji Tirkiyê hatin, lê ji Girê Sipî. Ti têkiliyên me bi komên terorîst re nînin. Wek nimûne em bi Cebhet el-Nusra re kar nakin, ya ku li ser lîsteya teroristan ya WYE ye. Bi giştî em tenê bi wan koman re kar dikin, ew komên ku Endamin di Encumena Leşkerî ya AAS de. Em rêjîmê wek terorîst dibînin, ne komên Artêşa Azad ya Sûriyê.
9ê adara 2013ê