Serrûpel Nûçe Koreya Bakur şer îlan kir

Koreya Bakur şer îlan kir

Belav bike

Li nîvgrava Koreyê, nakokiya di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de her diçe kûrtir dibe. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî a Koreya Bakur, Koreya Bakur li hemberî Koreya Başûr pozîsyona şer girtiye û hemû têkiliyên bi Koreya Başûr re di çarçoveya pozisyona şer de wê binirxîne.
Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un, doh ferman dabû ku, bila li welêt hemû moşek, li gorî ku wê karibin bargehên Amerîka yên li Okyanusa Pasîfîk û Koreya Başûr xwînin bêne amadekirin. 
Pispor radigihînin ku, moşekên ku di destên Koreya Bakur de ne, nikarin li Amerîkayê xwînin lê, Koreya Bakur bi moşekên xwe dikare êrîşa bargehên Amerîka yên li wê herêmê bike. Li Japonya û Koreya Başûr bargehên Amerîka yên leşkerî hene.

AVESTA KURD