Serrûpel Nûçe Berpirsiyarekî Al Partî li Efrînê hate kuştin

Berpirsiyarekî Al Partî li Efrînê hate kuştin

Belav bike

Roja înê cenazeyê endamekî El-Partî yê bi navê Elî Seydo Ebdo li navçeya Raco ya Efrînê hat dîtin.


Serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdulhekîm Beşar tevî piştrastkirina wê nûçeyê, ji Rûdawê re got: “Hêzên asayîşê yên girêdayî PYDê Elî Seydo revandin û piştî îşkencekirinê roja înê termê wî li navçeyekî çol hat dîtin.”

Ebdulhekîm Beşar di vê derbarê de wiha got: “Elî Seydo berê ji aliyê PYDê ve gef lê hatibû xwarin. Ev kevneşopiya PYDê ye ku gefê li kesên welatparêz û li dijî rejîmê (hikûmeta Sûriyê) dike û wan dikuje. Herwekî heval Behzad Dorsin çawa revandin, Ebû Ella, Meşaal Temo, Dr. Şêrzad û bi dehan endam û serkirdeyên nîştîmanî kuşt.”

Roja 24.10.2012an endamê polîtboroya El-Partî Behzad Dorsin ji aliyê çend çekdarên nenaskirî ve li bajarê Dêrikê hat revandin. Piştre YPG bi kuştina wan hat tometbar kirin, tevî ku YPGê ew yek red kir û revandina wî şermezar kir.

Serokê El-Partî bal kişand ser siyaseta PYDê û dibêje: “PYD hêzekî dagirkire û ne dîfakto ye. Kes nikare bêyî pejirandina PYDê ti tiştekê bike. Bi dîtina PYDê rojavayê Kurdistanê milkê PYDê ye û xelkê rojavayê Kurdistanê jî hemû berin û koleyê wê partiyê ne. PYD li ser wî bingehî tevger dike û nikare dengê dijber bibihîse. Her li ser wî bingehî dijberiya El-Partî dike, xelkên nîştîmanperwer û xebatkar direvîne û dikuje.”

Ebdulhekîm Beşar di axaftinên xwe de wiha got: “PYD bi mantiqê kevin ê Baasê kar dike. Tevgerên ku PYD dike, tenê Seddam Hûsên kiriye.  Egerna heta niha rejîma Baasê ya Sûriyê bi wî awayî mamele nekiriye. Me li hemberî Baasê serê xwe netewandiye û li beramberî PYDê jî serê xwe natewînin. Bi baweriya min PYD di siberoja rojavayê Kurdistanê de ti cihek nîne. Ger ev rewş bi vî awayî berdewam bike, wê şoreşek li dijî PYDê serî hilde. Wê xelk ji Dêrikê heta Efrînê li dijî PYDê rabin.”

Tevî îmzekirina Peymana Hewlêrê (24.12.2012) ya navbera hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê de, heta niha jî nekarîne rêzên xwe bikin yek. Roj li pey rojê peywendiyên navbera wan hêzan, bi taybet navbera El-Partî û PYDê de aloztir dibin.

 

Piraniya endamên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji duyan 1ê Desteya Bilind a Kurd (DBK) ye,, PYDê bi takrewî û hikûmkirina yek alî tometbar dikin û PYD jî timî wan tometan red dike.

Sakar Ebdullazade /Rûdaw