Parlementerê Mûşê yê BDPê Sirri Sakik, di daxuyaniyeke xwe a berê de, li ser nijadperestiya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli, ku gotibûn “bila Ocalan bê dardakirin”, gotibû ku, “hûn nikarin Ocalan darkakin, herî zêde hûn ê karibin paltoyê Ocalan li westiyerê daliqînin.”
Parlementerê Hatayê yê MHPê Adnan Şefik Çirkin îro bersiv da Sakik. Çirkinê MHP’yî wiha dibêje: “63 mirovên sakîl (kirêt, qebe) wê li Tirkiyê bigerin û çi bibêjin? Ger ku “terorîst” dike çekên xwe berdin, vana dike li Tirkiyê ji kê re çi vebêjin? Vana hemû derew in, hemû durûtî ne û hemû bêrûmetî û bêexlaqiya dîrokî a siyaseta Tirkiyê ne. Dike milet û dewleta me dabeş bikin. Dike stûyê tirkan xwar bikin… Me ev dewleta li bazarê nekirî. Me bi xwîn û canê xwe bidestxist… We li qada Amedê mîtîngek lidarxist. We di wê mîtîngê de ala Tirk hilneda stûnan. Bawer bikin û em sond dixwin ku, wê roj bê em ê ne paltoyê Ocalan, em ê li stûna ku we ala Tirk hilneda, em ê înşellah we hemûyan dardabikin.”
AVESTA KURD