Li Tirkiyê bona ku li dijî PKKê şer bikin, pergala cerdevaniyê heye. Bi hezaran cerdevan, di salên 1980an vir ve, ligel artêşa Tirkiyê bi deh salan e ku şer dikin û di şer û pevçûnan de jiyana xwe wenda dikin.
Li Dêrsimê, li gundê Konaklarê, ku girêdayê navçeya Pertekê ye, 25 jinên Dêrsimî çekên dewletê hildane û peywira cerdevaniyê bicih tînin.
Gundê Konaklar, ne gundekî kevn e û ji aliyê hêzên dewletê ve ji bo cerdevaniyê hatiye avakirin û hin malbat li gund hatine bicih kirin. Ne niha, bi salan e ku ew jinên Dêrsimî cerdevaniyê dikin.
Di mijara jinên Dêrsimî yên cerdevan de nivîskar Esra Çiftçi wiha dinivîse: “Ew gundana ne gundên cerdevanan in, ji bo şerê taybet hatine avakirin. Bona ku dengan bistînin ew gundiyana li wan derana hatine bicihkirin. Bi zanebûn Dêrsim hatiye hilbijartin. Dewlet, ji bo ku bi nasnameya Dêrsimê a serhildêr bilîze û xira bike gellek tişk kirin lê di vê de serneket. Bi vê siyasetê dixwazin bingeheke ku qet rastiya gel nîşan nade peyda bikin…”
AVESTA KURD