Mirovê 46 salî yê ku li Golcika bajarê Kocaeliyê a Tirkiyê jiyan dike Osman Ay, ev 22 sal in ku bê navber rojiyê digre. Osman Ay diyar dike ku, ji bo rizayê Xwedê rojiyê digre û pêşiyê bi rojiya 3 mehan destpêkiriye û heta îro, ku 7 hezar û 741 roj li pey xwe hîştine, rojiya xwe domandiye.
Di vê warê de Osman Ay rekorek jî bidestxistiye. Hestê xwe wiha tîne ziman: “Rojiyê tenê ji bo rizayê Xwedê digrim. Li marketê dema ku min îbadetên xwe yên din bicih dianîn, ez fikirîm, min bi xwe re got, ez rojiyê jî bicih bînim. Bona ku rizayê Xwedê qezenç bikim min ev biryara girt. Salek, dusal û heta 22 sala ez hatim. Ez gellekî bi aram im. Qet performansa min kêm nabe. Ku ez dibêjim ez î 46 salî me kes bawer nake.”
Osman Ay li navçeya Golcokê esnaftiyê dike, marketekê dişixûlîne.
Osman Ay diyar dike ku, Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanê jî di raporeke xwe de îfade kiriye ku, bona tenduristiyeke baş, pêwiste herkes di hefteyekê de 2 rojan rojiyê bigre.
AVESTA KURD