Serrûpel Nûçe Lingê dayika 77 salî xistine prangayê

Lingê dayika 77 salî xistine prangayê

Belav bike

Navê wê Nezîfe Babayigit e. Temenê wê 77 e. Xelka bajarê Qersê Dîgorê ye. Niha li navçeya Kocaelî li Gebzeyê, li gundê Pelikli jiyan dike.
Kûrê wê Metin Babayigit, di sala 1993 an de tevlî gerîlayên PKK bûye. Niha bi hinceta, ji rêxistinê re bi zanebûn alîkarî kiriye, cezayê hepsê yê 2 sal û mehekê xwariye. Cezayê dayika 77 salî, kirine cezayê hepsa li malê û niha di lingê wê de pranga cezayê xwe dikişîne.
Dayika gerîla Nezîfe Babayigit, di sala 2008 an de, 2 mirov têne mala wê û dibêjin ku, me lawikê te Metîn dîtiye. Li ser vê, ew jî sûretekê, betanyekê û qazaxekî ji lawikê xwe re dişîne. Ew du mirovana tên girtin û sûretê ku Nezîfe Babayigit daye wan, li ser wan tê girtin. Ji ber vê, di derheqê dayika 77 salî de doz vedibe û herî dawî dadgeh biryara xwe dide: Bi hinceta “bizanebûn alîkariya rêxistinê kiriye” 6 sal cezayê hepsê.
Dûra cezayê dayika reben daxistine 2 sal û mehekê.
Cezayê Nezîfe Babayigita 77 salî, kirine cezayê hepsa malê. Dadgehê, pranga xiste lingê jina 77 salî. Niha di lingê dayik Nezîfe de pranga cezayê xwe temam dike.
Ew nikare ti deran de biçe. Tenê dema ku nexweş dikeve, bi destûr dikare biçe nexweşxanê.
Di jiyana dayik Nezîfe Babayigit de hûrgiliyeke din; Di sala 2004 an de neviyê wê Yunus jî beşdarî gerîla dibe. Lawikê wê yê din Kasim, 3 sal û 5 meha li girtîgehê maye. Neviyê wê yê bi navê Engin jî 7 sala li girtîgehê raketiye.
Gotina dayik Nezîfe: “Mim ti xirabî bi dewletê nekir lê vê dewletê her êş û her tişt anî serê min. Ez ti cara heqê xwe helal nakim.”

AVESTA KURD