Pencewînî got berî 5 mehan ew ligel Nêçîrvan Barzanî çûye Qendîlê.
Navborî di hevpeyvîneke xwe de ligel Rûdaw got, Nêçîrvan Barzanî qenaet bi Erdogan re çêkir ku hevdîtinan ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan çêbike.
Pencewînî got, eger ku ne ji Nêçîrvan Barzanî ba, pêvajoya ku niha dest pê kiriye, dest pê nedikir.
Siyasetvan û endamê KNK Mihemed Emîn Pencdwînî her wiha diyar kir ku vê pêvajoyê ji destpêkirina greva birçîbûnê dest pê kir, dema ku di sala 2012 de di meha Îlonê de zindaniyên Kurd ketin greva birçîbûnê, ji bo ku dawî li wê grevê were, Nêçîrvan Barzanî ji Erdogan re got, kesekî bişîne cem Ocalan ji bo ku emrê dawîanîna wê grevê bîne.
Erdogan bawerî bi gotina Nêçîrvan barzanî anî, şandek şande Îmralî, Ocalan jî biryar da ku dawî li greva birçîbûnê bînin.
Ji wê demê de pêwendiya ligel berdewam kir û êdî derbasî pêvajoya aştî û agirbestê bû.
AVESTA KURD