Li Tirkiyê niqaşên li ser nivîsandina makezagoneke nû dewam dikin. Herî zêde niqaş, di mijara, “di makezagonê de îfadeya ‘miletê Tirk’ bila derbas bibe an na?” de tê kirin.
Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan, li Heskîfa Êlihê nêrînên xwe bi rojnamevanan re parve kir.
Altan Tan wiha diyar dike: “Di pêşniyara AKPê de îfadeya ‘miletê Tirk’ cih digre. Gelo ku hûn miletê Tirk in, em kîjan milet in? Wê wextê pêwiste wek miletê Kurd, miletê Ereb, miletê Çerkez were nivîsandin. Ger ku hûn di makezagona nû de cih bidine miletê Tirk, pêwiste hûn cih bidine hemû miletên din jî. Ev ne li gorî rihê makezagona nû û pêvajoya nû ye.”
Parlementer Tan dibêje sedema vê, tirsa AKPê ye û têde diçe: “Bi tirs û fikareyan di demokrasiyê de pêşketin ne pêkan e. Ji xwe makezagon ji bo vê tê guherandin. Hûn çi diguherînin? Wê wextê em kî ne? Em dibêjin bi vî awayî nenivîsin. Hemwelatiya Komara Tirkiyê esas bigrin. Ev meseleyeke hiquq û demokrasiyê ye. Hemwelatiya Komara Tirkiyê ji me hemûyan re bes dike û me hemûyan îfade dike. Tiştên bilî vê ti faydeyê nade ti kesan.”
Ji bo makezagona nû, 4 partiyê ku li meclîsê ne pêşniyarên xwe pûşkîşî komisyona makezagonê kiribûn. Bilî BDPê, AKP, CHP û MHPê di pêşniyara xwe a makezagona nû de bi caran îfadeya “miletê Tirk” bikaranîbûn.
AVESTA KURD