Serrûpel Nûçe Termê Neruda ji tirbê hat derxistin

Termê Neruda ji tirbê hat derxistin

Belav bike

Li Şîlî, termê helbestvan û nivîskarê li cîhanê tê naskirin yê xelatgirê Nobelê Pablo Neruda ji tirba wî hat derxistin. Neruda 40 sal berê, di heyama generalê darbekar Augusto Pinochet de jiyana xwe ji dest dabû. Tê îdiakirin ku, Neruda ji aliyê rejîma Pinochet ve bi jehrê hatiye kuştin.
Pisporên tipa edlî a Şîlî, termê Neruda ji gora wî derxsitin ku li ser lêkolînê bikin ka bi jehrê hatiye kuştin an na.
Di serî de parêzvan û ajovanê Neruda, gellek mirovên Şîlî îdia dikin ku Neruda, ji aliyê sîxurên Pinochet ve hatiye kuştin.
Partiya Komunîst daxwaz kiribû ku bila termê Pablo Neruda ji tirba wî bê derxsitin û îdiayên di derheqê mirina helbestvanê navdar de bên lêkolînkirin. Di demeke kin de rastiya îdiayên di vê mijarê de wê derkevine holê.
Pablo Neruda, bi nêzikayî dostê Serokdewletê Şilî Allende bû.
 
AVESTA KURD