Serokê PYDê Salih Muslim, ji ANF’ê re axivî, û şert û mercên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû yên ji bo destpêkirina pêwendî û diyaloga navbera Enqere û PYD’ê û diyar kir ku mercên Davûtoglu bê wate ne.
Muslim wiha axivî: “Em weke xwe ne. Ger bixwazin têkilî bi me re deynin em amade ne”, destnîşan kir ku sucdarkirina bi alîgirtiya rejîmê “antî-propaganda” ye. Muslim wiha axivî: “Tu carî têkiliya me bi rejîmê re çênebû. Em her tim bi rejîmê re di pevçûnê de hene û digirin hev. Jixwe rewşa dawî tê dîtin, em li dijî rejîmê şer dikin.”
Muslim nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Davûtoglû kir û got: “Gelo ev tê çi wateyê? Ma em ê dest ji mafên xwe berdin? Gelo ew bi xwe dixwaze me bi hin tiştan ve girêbide? Em vê qebûl nakin.”
Serkê PYDê diyar kir ku têkiliyeke wan bi PKK’ê re tune ye û wiha domand: “Jixwe tu pêwîstiya PKK’ê jî bi me tune ye ji ber wê jî ev şert û mercên Davûtoglû bê wate ne.”
Muslim destnîşan kir ku ji bo têkilî bi Tirkiyeyê re deynin tu şert û mercên wan tune û got: “Tu şert û merceê me tune. Ger dê dijminahiyê bikî bizane tu bi kê re dikî, ger tu dostaniyê dikî, bizane tu bi kê re dikî. Ji ber vê jî em dibêjin ku em ji diyalogê re amade ne. Kengî bixwazin em bê şert û merc amade ne ku bi wan re rûnin. Tu carî gumanên me ji tu kesî tune ne.”
Li gorî nûçeyeke rojnameya Yenî Şafak a Tirkiyê ku roja 10’ê Nîsanê hate belavkirin, Davûtoglû ji muxatabgirtina PYD’ê îşaret bi pêvajoyeke nû kiriye. Davûtoglû ku dibêje: “Ji bo her kesên ku dixwazin bi me re bikevin têkiliyan sê şertên me hene”, şertên xwe wiha rêz kiribû:
“1-Divê nebin alîgirên rejîmê,
2-Nabe beriya hilbijartinên Sûriyê herêmek xweser ava bikin,
3-Alîkariyê nedin “terora” li Tirkiyê.
Rûdaw