Li Suriyê mixalifan dadgehên şerîatê ava kirin. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Reuters, Artêşa Azad a Suriyê, li bajarê Helebê dagehên şerîatê ava kirine. Gellek kesên ku li van dadgehana hatine darizandin, bi biryara dadgehê hatine dardakirin.
Li gorî hikmên dadgeha şerîatê, kesekî ku mirov kuştibe tê îdamkirin. Mirovekî ku dizî kiribe destên wî tên jêkirin. Dîsa mirovekî ku cara yekê zîna kiribe, bi cezayê 40 qamçî tê cezakirin.
Li bajarê Helebê Ebu Elîyê ku mixalif e, bi Reutersê re axifiye. Ebu Elî diyar dike ku, ti kes bê darizandin nayê înfazkirin. Pêşiyê li dadgehên şerîatê tên darizandin û li gor hikmên dadgeha şerîatê tên cezakirin.
Şêniyê Helebê Ebu Ahmed jî bi Reutersê re îfade kiriye ku, çekdarên Artêşa Azad a Suriyê, li dijî gellek kesan şîdetê bikartînin, mirovan direvînin û êşkencê bi wan dikin. Ebu Ahmed di berdewamiya ragihandina xwe a bi Reutersê re dibêje, carekê bi çavên xwe dîtiye ku, mirovekî ku fêkî firotine Kurdan, ji aliyê çekdarên AA’yê ve destê wî hatine girêdan û ew bi zorê birine.
Çekdarên AA’yê, Kurd, Elewî û Erebên Xaçperest yên ku piştgiriyê nadina wan, wek alîgirên Esed dihesibînin.
AVESTA KURD