Motora lêgerînê a herî mezin Google, pirsa ku ji aliyê mîlyonan bikarhêneran ve tê pirsîn a “gelo ku em mirin şûnda, hesab, mail, sûret, agahî û belgeyên me yên li ser înternetê wê çi bibin?” Google ji bo vê di nav xebatekê de ye.
Li gorî xebatên ku Google dimeşîne, her bikarhêner, wê karibe agahiyên xwe jêbir bike an bi hin kesan re wek mîrat berde. Google, wê gellek alternatîfan pêşkêşî bikarhênerên xwe bike. Ku mirovek mir şûnda, di nav 3, 6, 9 an 12 mehan de hesabên wî li ser daxwazên wî wê bêne jêbirkirin. Ku di nav mehên ku hatine pêjirandin de hesab neyên çalakkirin, hesabên wan wê bê jêbirkirin.
Google, hîn ku hesab, agahî, sûret û belgeyên bikarhêneran jêbir nekirine, bi rêya têlefonê wê peyama bibîrxistinê bişîne. Ev sepandinana, ji bo Youtube, Picasa û Blogger, ku xwediyê van Google e, jî wê heman tişt were kirin.
Li gorî nûçeya BBC, bi gelemperî bikarhênerên înternetê, di mijara “daneyên me ku em mirin şûnda wê çi bibin?” de di nav fikareyan de ne. Bi vê sepandina Google, her bikarhêner wê karibe li gorî maweya ku îşaret kiriye (3,6,9,12 meh) bixwaze hesab û her tiştê xwe jêbir jî bike, ji hin kesan re mîrat jî berde.
AVESTA KURD