Serrûpel Nûçe Swîsre Ocalan vexwende 1ê Gulanê

Swîsre Ocalan vexwende 1ê Gulanê

Belav bike

Li Swîsreyê Komîteya Amadekar a 1ê Gulanê, ku ji 60 partî û rêxistinên wek partiya sosyalîst, rêxistinên cuda, sendîka û komên cuda pêk tê, ji bo ku bigihînine Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ji BDPê re, bi Kurdî, Tirkî û Îngilizî dawetiye şandin.  
Di dawetiyeya ku ji Ocalan re hatiye şandin de, ji Ocalan hatiye xwestin ku, bila beşdarî pîrozbahiyê bibe û wek axivbêjê serete di 1ê Gulanê de cihê xwe bigre.
Şandeya BDP a ku wê biçe Îmraliyê, dike daweta Komîteya 1ê Gulanê a Swîsreyê bi Ocalan re bibe. Tê texmîn kirin ku Ocalan bona ku di pîrozbahiyê de bê xwendin, peyamekê ji pîrozbahiya 1ê Gulanê a Swîsreyê re bişîne.
Li ser navê Komîteya Amadekar, dawetiye bi îmzeya Anna Klieber û Cristian Diebold hatiye şandin. Di dawetiyê de hatiye diyarkirin ku, ger pêvajoya aştiyê neyê provekirin û aktorên ku terefên şer in bi xwînsarî nêzika pêvajoyê bibin, baweriya wan tam e ku ev şerê ku bi deh salan e tê dewamkirin, wê bi dawî bibe.
Dîsa tê gotin ku, di nav têkoşîna we a polîtîk a demdrêj de tecrûbeyên ku we bidestxistine, li qadên 1ê Gulanê ji bo girseyên pêşverû wê bibe îlhameke bêhempa. Ji bo vê jî ku em we di nav xwe de karibin bibînin, wê ji bo me rûmetiyeke mezin be.

AVESTA KURD