Serrûpel Nûçe “Em bi MIT´a Tirk re rûneniştine“

“Em bi MIT´a Tirk re rûneniştine“

Belav bike
Salim Mislim di hevpeyvîneke xwe de li ser pirseke gelo ew bi istîxbarata Tirkiyê MIT re rûniştiye yan na? Mislim got ew ligel MIT neciviya ye.

Di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Rûdaw hevserokê PYD got:  “Em dikarin bi biraderên tirk re, bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re hevdîtinan pêk bînin. Lê ji aliyê Tirkan ve heta niha hewildanek bi wî rengî çênebûye.“

Gelo, dibe ku di rojên pêş de hevdîtin di navbera serokê PYD û MITa Tirk de çêbibin?

Weke tê zanîn PYD heta niha gelek partî û kesayetiyên Kurdtewanbar dikir ku pêwendiya wan bi Tirkiyê re heye, PYD ew weke rêkxistinên xayîn bi nav dikir.
Wan partî û kesayetiyan jî her demê red kirine ku pêwendiya wan bi Tirkiyê re hebe.

AVESTA KURD