Serrûpel Nûçe Şofêrê Otubusê bû serokê Venezuela

Şofêrê Otubusê bû serokê Venezuela

Belav bike

Ajotvanê otobûsê yê berê Nicolas Maduro bû Serokdewletê Venezuela. Maduro, di hilbijartinan de biserket û textê serokdewletiyê yê ku bi mirina rêberê efsanewî yê Venezuela Hugo Chavez vala bûbû rûnişt. Chavez hîn ku wefat nekiribû, ji gelê Venezuela xwestibû ku piştgiriyê bidine Nicolas Maduro.
Piştî hilbijartinê Maduro bang li Venezueliyan kir ku, bila di nav sikûnetê de bin û got, “em şîdetê ne, aştiyê dixwazin.”
Di hilbijartinan de Nikolas Maduro, ji % 51 deng stendin û hate hilbijartin. Reqîbê Maduro Henrique Capriles jî, ji % 49 deng stendin.
Li Venezuela Serokdewletê Venezuela Hugo Chavez, 2 sala bi nexweşiya pençeşêrê re têkoşiyabû û di 5ê Adara 2013 an de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Chavez, Maduro bi wekalet peywira serokdewletiya Venezuela dimeşand.

Nicolas Maduro kî ye?
Nikolas Maduro, di 23ê Mijdara 1962 an de li paytext Caracasê hate dinyayê. Piştî lîseyê xwendin berda û di salên 1970 û 1980 an de nûnertiya xebatkarên endamê sendîkaya ku di Pergala Metro a Caracasê de dixebitîn kir.
Di nav damezrînerên Partiya Tevgera Komara Pêncemîn (MVR) de cih girt. Di sala 1998 an de ji bo Meclîsa Nûneran, di sala 1999 an de ji bo Meclîsa Damezrîneran û di navbera salên 2000 û 2005 an de jî, ji bo endamtiya Meclîsa Netewî hate hilbijartin. Di sala 2005 û 2006 an de wek Serokê Meclîsê peywir bi cih anî. Di dawiya sala 2006 an de bû Wezîrê Karên Derve yê Venezuela. Maduro, di Cotmeha sala 2012 an de jî bû Cîgirê Serokdewletê Venezuela.

AVESTA KURD