Serrûpel Nûçe 1200 çekdarên Hîzbûllah çûne hawara Esed

1200 çekdarên Hîzbûllah çûne hawara Esed

Belav bike

Li gorî nûçeya ku di rojnameya Erebistana Siûdî “El Watan” de hatiye weşandin, rêxistina Hîzbûllah a li Libnanê, 1200 çekdarên rexistinê, bona ku ligel hêzên Beşşar Esed li dijî hêzên mixalifan şer bikin ji Libnanê şandine Suriyê. 1200 çekdar hefta borî gihaştine Keştîgeha Tartusê.
Di berdewamiya nûçeya rojnameya El Watanê de tê diyar kirin ku, di mehên dawiyê de ji Iraqê jî bi hezaran Şiî, bona ku ligel leşkerên Esed şer bikin berê xwe dane Suriyê.
Rojname dinivîse ku, di nav 2 salên şerê li Suriyê de, heta niha hêzên mixalifan zêdetirî 40 militanên rêxistina Hzbûllah kuştine.

AVESTA KURD